Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dixwaze Hêzên Federal Bişîne Portlandê


Serok Donald Trump ser bûyerên li Portland ya eyaleta Oregonê ji Twitterê peyam belav kirin.

Trump di peyameke xwe de bo Bajarvanê Portlandê Ted Wheeler, ku Demokrat e, got ku ‘’sergêj’’ e, ‘’nizane çi dike’’ û dîyar kir ku ewê hêzên federal bişînin wî bajarî û nehêlin ku Amerîkîyên li wir bê ewlekarî bimînin.

Di peyameke din de jî Trump bo Wheeler got ku ‘’bêkêr’’ e û ew bi gotina ‘’Joe Biden yê Xewarî’’ şiband berbijarê Partîya Demokrat.

Wheller bi preskonferansekê da zanîn ku Trump di nav gel de nefretê belav dike, û cudaxwazîyê çêdike.

Berbijarê Partîya Demokrat Joe Biden jî da zanîn ku Trump ‘’tundûtûjîyê gurtir dike’’ û ew ‘’ne xema wî ye’’

Protestoyên li Portlandê di 25ê Gulanê de, roja ku Georg Floyd yê reş yê li Minneapolis ya Minnesota dema dihat desteser kirin jîyana xwe ji dest dabû, destpê kiribûn.

Herî dawî, polîsan li Kenosha ya eyaleta Wisconsin gule bi ser Jacob Blake yê reş reşandibûn û protesto li ser wê bûyerê berfirehtir bûbûn.

Roja Şemîyê, alîgirên Trump û xwenîşanderên ku polîs protesto dikirin pev çûbûn û yekî jîyana xwe ji dest dabû.

Polîsên Portlandê didin zanîn ku li ser wê bûyerê heta niha 10 kes hatine desteser kirin.

XS
SM
MD
LG