Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Komarî di Hilbijartinan de Serketinên Girîng Dest Xistin


Serokê Amerîka Donald Trump îro di preskonferansa taybet ya nirxandina hilbijartinên mîdterm de got ku Komarî di hilbijartinan de encamên pir girîng bi dest xistin.

Trump li Qesira Sipî got ku serketina wan li Civata Senatoran dîrokî ye, tevî ku Komarî piranîya nav civata Nûneran hinda kir.

Wî herwiha heneka xwe bi berbijarên Komarî yên wek Barbara Comstock ya ji Virginia kir ku di dema kempeynê de xwe ji wî dûr xistine.

“Do rojeke pir girîng bû û Komarî bi xurtkirina kursîyên xwe yên li Civata Senatoran rûpeleke nû di dîrokê de vekirin.”

Komarî di hilbijartina Civata Senatoran de 3 kursîyên Demokratên li eyaletên ku Komarî xurt in, qulipandin û hejmara kursîyên xwe zêde kirin.

Lê, di encama hilbijartinên mîdterm de ku wek referanduma polîtîkayên Trump dihatin dîtin, Komarî piranîya Civata Nûneran ji dest berdan û niha li pêş Qesira Sipî opozîyoneke xurt heye.

Qezenckirina piranîya civata jêrîn ya Kongresê wê derfet bide Demokratan ku givaştin li ser Trump bikin û rojeva wî dorteng bikin.

Bi vê guhertinê, serokên komîteyên êdî nûnerên Demokrat bin ku desthilata wan komîteyan heye daxwaza tomara bacên ku Trump dane bikin û hurgilîyên peywendîyên wî yên karsazî hîn bin.

Trump derbarê karkirina bi Demokratan re got ku “rewşeke nepartîzanî wê pir baş be, lê tiştên wiha di rojekê de çênabin.”

XS
SM
MD
LG