Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Alîgirên Trump Jidestdana Hilbijartinên Serokayetîyê Protesto Dikin


Xwepêşandana alîgirên Serokê Amerîka Donald Trump (Arşîv)
Xwepêşandana alîgirên Serokê Amerîka Donald Trump (Arşîv)

Hinek alîgirên Serokê Amerîka Donald Trump û komên cûrbecûr yên konservatîv ji dêran bang dikin ku îro Şemîyê li bajarên serenserî welat, bi armanca protestokirina windakirina hilbijartina seroktîya Amerîka ya Trump hember hevrikê wî yê Demokrat Joe Biden, xwepeşandan werin darxistin.

Bûyer li National Mall ya Washington û li paytextên wîlayetên Georgia, Pennsylvania, Michigan, Wisconsin, Nevada û Arizona- tevahîya wîlayetên ku helmeta Trump dijî encamên jimartina dengan derketine, têne plan kirin.

Dadgeha Bilind ya Amerîka dozeke ku li Texas jibo betalkirina encamên hilbijartina seroktîya di 3'yê Mijdarê li 4 wîlayetên ku wek wîlayetên biryarder têne zanîn û Trump li wan şikestibû, red kir.

Lê, tevahîya hewildanên Trump yên bi armanca têkbirina encama hilbijartinê bi rêka dadgehan bidawî dibe.

Meşa bi dirûşma 'Dizînê Rawestînin' li Washington dê bi pêşengîya şêwirmendê ewlehî ya neteweyî yê berê Michael Flynn pêk were.

Michael Flynn demeke kurt ya berê ji hêla serok Donald Trump ve hatibû efû kirin.

Damezraner û komên ji dêran banga beşdarbûna alîgiran dikin û ew ev meşana wek 'meşên Jerico- Erîha' û xwepêşandanên duakaran bi nav dikin.

Li gor malpera StopTheSteal.com. ewê xwepêşandana li Washington wê bi meşên li dora Capîtol ya Amerîka, Dadgeha Bilind û Wezareta Dadê, jibo ku 'dîwarên gendelî û sextekarîya hilbijartinê hilweşe', bi duayan dest pê bike.

Plansazîyên xwepêşandanan, li gor bawerîya şerê Erîhayê tê kirin.

Di Încîlê de, piştî ku kahîn û leşkeran li dora bajar heft caran geryan, dîwarên bajarê Erîha hilweşîyan.

Di peyamek roja Înêyê ji hesabeke ser Twitter ku xwe wekî "Meşa Bi Milyoneke ya Maga Adar" bi nav dike, wiha hat gotin.

“Şer Ne Qediya! Sibê Li Washington D.C. - Mîtînga Girseyî ya Trump - Em hewce ne ku jibo Serok niha hellwesteke werbigirin! "

XS
SM
MD
LG