Serokê Amerîka Donald Trump îro Duşemê got ku wî di hilcivîna hefteya borî ya li Helsînkî de “dest ji tiştekî bernedaye” serokê Rûsya Vladimir Putin, lê hûrgilîya civîna wî ya yek û yek hîn jî zelal nebûye.
"Em tenê li ser sibêroja welatên xwe peyîvîn. Em peywendîyeke pir baş bi rêve dibin û ew, xencî Medyaya Bêahlaq, ji herkes re baş e,” Trump li ser hesaba xwe ya Twitterê got.
Wî medyaya bingehîn tawanbar kir û careke din wek “Nûçeyîn Derewçî” bi nav kir, bi hêceta ku tiştên neyênî derbarê hilcivîna wî ya bi Putin re dinivîsin.
Trump û Putin, li paş derîyên girtî û bi hazirbûna wergeran, bi qasî du demjimêran kom bûbûn.
Ji wê demê heta niha Trump car caran dibêje ku wan li ser mijarên wek maytekirina Rûsan ya hilbijartinan, pêşîgirtina terorîzma globalî, ewlehîya Îsraîlê, Koreya Bakur û aşitîya Rojhilata Navîn gotûbêj kirine.