Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump û Putin Cara Yekê Rûbirû Peyîvîn


Serokê Amerîka Donald Trump got “rûmeteke” ku wî Serokê Rûsî Vladimir Putin, cara yekê nasî û ew çaverê ye ku di peywendîya nav her du alîyan de, tiştên baş çêbin.

"Putin û ez li ser jimareke mijaran gotûbêjan dikin û bê nêrîna min baş diçe. Axaftina me gelek gelek baş bû. Emê niha bipeyîvin û di demên pêş de jî peywendîya me wê bidome" Trump di hazirbûna Putin de ji nûçegîhanan re got.

Trump da zanîn ku ew geşbîn e jibo Amerîka, Rûsya û hemî alîyên peywendîdar wê tiştên qenc biqeqimin.

Putin jî bi rêya werger got ku ew bi telefonê peyîvîne, lê axaftina bi telefonê ti car ne bes e. “Hevdîtina me gaveke baş e û ez bi nasîna Trump kêfxweş im,” Putin got.

XS
SM
MD
LG