Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Ser Pesnên Putin Spasîya Wî Kir


Serokê Amerîka Donald Trump, ser pesnên Serokê Rûsya Vladimir Putin yên derbarê performansa aborîya Amerîka spasîya wî kir.

Putin di preskonferansa salane de dîyar kiribû ku aborîya Amerîka xurt bûye.

Qesra Sipî ragihand ku her du serok, piştî preskonferansa li Moskowê bi rêka telefonê axifîne.

Qesra Sipî di daxuyanîyê de da zanîn ku Trump û Putin derbarê bernameya muşeka balistik û çekên navokî yên Koreya Bakur jî peyîvîne.

Kremlînê jî dîyar kir ku her du serokan li hev kiriye ke peywendîyên dualî xurttir bikin. Li gor daxuyanîya Kremlînê, Trump xwest ku bi Putin re biaxife.

Putin di daxuyanîya salane de gotibû ku Trump borsayên Amerîka geş kiriye û serkeftinên girîng bi dest xistine.

XS
SM
MD
LG