Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg ser boryara hilcivîna Serokê Amerîka Donald Trump û Serokomarê Rûsya Vladimir Putin razîbûna xwe ragihand.
Qesra Sipî dîyar kiribû ku Trump û Putin dê di 16’ê Tîrmehê de, li Helsînkî kom bibin.
Stoltenberg da zanîn ku hilcivîna bi Rûsya re li gor tifaqa NATO ye.
Stoltenberg dîyar kir ku NATO bo Rûsya "helwesteke dualî" nîşan dide û got ku divê dijî welatî berevanîyeke xurt were kirin û dîyalog jî çêbe.
Stoltenberg got ku "Dîyalog ne nîşana qelsbûnê ye, xurtbûnê raber dike"