Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bolton: Hilcivîna Trump û Putin Hat Taloq Kirin


Serokê Amerîka Donald Trump hilcivîna bi Serokomarê Rûsya Vladimir Putin re, ku li ber bû li Washingtonê pêk bihata, ji 2019'an re taloq kir.

Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî yê Qesra Sipî John Bolton bi daxuyanîyeke nivîskî da zanîn ku hilcivîn jiber vekolîna dozgerê taybet Robert Mueller hatiye taloq kirin.

Bolton dîyar kir ku wan biryar daye ku hilcivînê di sala 2019'an de pêk bînin.

Qesra Sipî meha borî ragihandibû ku Trump ferman daye Bolton ku wî bo hilcivîneke di payîzê de vexwîne Washingtonê.

Jiber daxuyanîya Trump ya piştî hilcivîna bi Putin re, hin karbidestên Amerîkî bertekên tund nîşan dabûn.

Gelek endamên Kongresê jî dijî pêkhatina hilcivîna Trump û Putin ya di payîzê de bûn.

XS
SM
MD
LG