Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Min Civîna Xwe û Putin jiber Girjîya Rûsya û Ukrayna Betal Kir


Serokê Amerîka Donald Trump ji Twitterê ragihand ku wî civîna bi Serokê Rûsya Vladimir Putin re betal kiriye.

Trump da zanîn ku wî hevdîtina ku li ber bû ku di Hilcivîna G20 ya li Buenos Aires ya paytaxta Arjantînê pêk bihata, jiber girjîya di navbera Rûsya û Ukrayna betal kiriye.

Wî dîyar ku Rûsya gemî û xebatkarên Ukrayna li wê venegerandine û jiber vê yekê wî biryar daye ku betalkirina hevdîtinê dê bo hemî alîyan baş be.

Trump got ku ger alozîya di navbera Rûsya û Ukrayna were çareser kirin wê hilcivîn ‘’jinûve watedar be.’’

Rûsya roja Yekşemê dest danîbû sê keştîyên Ukrayna û xebatkarên wê û piştre girjîya di navbera her du dewletan de gur bûbû.

XS
SM
MD
LG