Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Danûstandinên ligel Koreya Bakur Baş Diçin


Serokê Amerîka Donald Trump îro Sêşemê got ku danûstandinên dawîkirina programa navokî ya Koreya Bakurî baş diçin, tevî fikarên heyî ku Pyongyang belku kargehên navokî û yên mûşekan xurtir dike.

Di vê demê de ku Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo hazirîya serdana sêyê ya bo Koreya Bakur dike, Truump li ser Twitterê got ku "Ger ne li wî bûya, niha ew bi Koreya Bakur re di şer de bûna!"

Pompeo, ku cara yekê wek dîrektorê CIA çûbû Koreya Bakur, li ber e roja Pêncşemê heta roja Şemîyê li wî welatî be.

Berê serdana Pompeo, balyozê Amerîka yê li Fîlîpînê Sung Kim, li herêma bêleşkerî ya Koreyî bi karbidestên Koreya Bakurî hevdîtinek kiribû.

Berdevkê Qesra Sipî Sarah Huckabee Sanders ji VOA re gotibû ku di danûstandinên bi Koreya Bakur de pêşdeçûn hene û Wezîrê Derve Pompeo li Koreya Bakur be ku vê pêşdeçûnê bidomîne.

XS
SM
MD
LG