Serokê Amerîka Donald Trump qedexeya rêwîtîyê ya bo hin welatên Ewrupa, ku jiber şewba vîrusa korona hatibû ragihandin, bi dawî dike.
Qesira Sipî da zanîn ku sînordarkirinên rêwîtîyê yên bo bîyanên ji Herêma Schengen, Brîtanya, Îrlanda û Brezîlya derbazî Amerîka dibin di 26’ê Rêbendanê de bi dawî bibe.
Li gor daxuyanîya Qesira Sipî dê ji 26’ê pê ve ji hemî rêwîyên dixwazin derbazî Amerîka bibin encama testa vîrusa korona were xwestin û bi tenê bo kesên testên wan negatîf derketine destûr were dayîn.
Seroktîya Trump roja Çarşemê diqede û Berdevika Qesira Sipî ya bo dewra seroktîya Joe Biden, Jen Psaki ji Twitterê dîyar kir ku ewê li ser pêşnîyazên tîma wan ya saxlemîyê wan sînordarkirinên rêwîtîyê bi dawî nekin.
Psaki, ku çaverê ye roja Çarşemê dest bi kar bike, da zanîn ku li seranserê cîhanê pandemî gur dibe û nabe ku ew di vê demê de, ku cureyên nû yên vîrusa koron têne ditîn, sînordakirinan bi dawî bikin.
Rêvebirîya Trump, sînordarkirinên bo rêwîyên ji Ewrupa di Adara 2020’an de ragihandibû û xêncî ya wê herêmê, hatinên ji Brezîlya, Meksîko û Kanada, Îran û Çînê jî hatibûn sînordar kirin.
Bi biryara wê rêvebirîyê, sînordakirinên bo kesên ji Îran û Çînê dixwazin derbazî Amerîka bibin dê bidome.
Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Amerîka pirtir ji 24 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û bi qasî 400 hezar kesan bi wê canên xwe ji dest dane.