Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dibêje Rosenstein Wê li Ser Karê Xwe Bimîne


Serokê Amerîka Donald Trump îro Duşemê got ku planên wî tune ku Cîgirê Wezîrê Dadê Rod Rosenstein ji kar derxîne.

Trump wek bersîva pirsa rojnamevanekî got ku planên wî tune ku ew Rosenstein biqewitîne. Serok got ku bi Rosenstein re peywendîyên wî baş in.

“Min berê Rod nas nedikri, lê niha baştir wî dinasim û peywendîya me baş e,” Trump got.

Qesira Sipî ragihand ku Trump û Rosenstein li nav firoka taybet ya seroktîya Amerîkî, Air Force Once de biqasî 30 deqe peyîvîn, dema Trump bo civîna ligel polîsan diçû bajarê Orlando ya Florida.

Rosenstein, karbidestê bilind ya Wezareta Dadê ye ku lêpirsîna maytekirina Rûsan ya di hilbijartinên seroktî ya sala 2016’an berpirs e.

Medya Amerîkî ji mêjve dinivîse ku Trump wê Rosenstein ji kar biqewitîne, piştî ku New York Times ragihandibû ku wî şîroveyên tund li dijî Trump kirine û xwestiye ku Trump ji kar were dûrxistin.

Rosenstein rapora New York Times reportred kiribû û ew wek derew bi nav kir.

XS
SM
MD
LG