Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump bo Aştîya li Rojhilata Navîn Amadekarîyan Dike


Qesra Sipî îro Înê bi daxuyanîyekê ragihand ku Serokê Amerîka Donald Trump bo aştîyeke nû ya li Rojhilata Navîn amadekarîyê dike.

Di daxuyanîyê de hat dîyar kirin ku Serok Trump, bo aştîya di navbera Îsraîl û Fîlîstinê dê sê rêvebirên payabilind bişîne herêmê.

Derbarê dema serdana rêvebiran ti agahî nehat eşkere kirin.

Di nav şandeya ku dê biçe herêmê de, zava û şêwirmendê Trump, Jared Kushner, danûsitandiner û şêwirmendê wî yê Îsraîlê, Jason Greenblat û Cîgirê Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî Dina Powell hene.

Her sê rêvebir, xencî danûsitandinên bo Îsraîl û Fîlîstinê, dê bo aştîya herêmê bi karbidestên Erebîstana Saudî, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, Qatar, Urdun û Misirê re jî kom bibin.

XS
SM
MD
LG