Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku nûçeya New York Times ya derbarê plana 120,000 leşkerên Amerîkî li Rojhilata Navîn ne rast e.
Trump dîyar kir ku wan ew dikare tiştekî wisa bike lê wan wan ti hazirîyên bi wî rengî nekiriye.
‘’Li gor min ew nûçeyeke derew e. Lê ez dikarim tiştekî wisa bikim? Bêguman. Bes me ti hazirîyên wisa nekir û ez hêvî dikim ku em neçar nemînin ku hazirîyeke wisa bikin’’ Trump got.
Trump da zanîn ku ger ew neçar bimînin ewê hîn zêdetir leşker bişînin Rojhilata Navîn.
Rojnameya New York Times ji zarê kesên ji rêvebirîya Trump, ku navên xwe eşkere nekiribûn, gotibû ku Washington dijî Îranê planê dike ku 120,000 leşker bişîne Rojhilata Navîn.