Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Plana Ser Aştîya Rojhilata Navîn Eşkere Kir


Serokê Amerîka Donald Trump bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re Plana Aştîyê ya Rojhilata Navîn eşkere kir.

Li gor planê, temamê Orşelîmê dê bê ku parçe be, bibe paytexta Îsrailê.

Plan bi hin şertan ji Fîlîstînê re serxwebûnê tîne û bo ew şert bi cîh werin jî 4 sal dem dide.

Bi pêşnîyaza Trump, axa Fîlîstînê dê du qat zêde bibe, Orşelîma Rojhilat dê bibe paytexta dewleta Fîlîstînê û Amerîka dê li wir balyozxaneyekê ava bike.

Trump da zanîn ku ew plana wî eşkere kiriye ji yên berê ‘’pir cuda’’ ye û îdia kir ku pêkhatina planên berê jiber ‘’hûrgilîyên zêde’’ zor bûne.

Wî dîyar kir ku Îsraîl bi plana wî ber bi aştîyê ve ‘’gaveke girîng’’ diavêje û bang li Serokê Rêvebirîya Fîlîstînê Mahmud Abas kir ku di rêka aştîyê de bimeşe.

Netanyahu piştî axaftina Trump got ku ‘’Dibe ku ew rê li aştîyê vebe’’ û da zanîn ku divê li şûna Orşelîma Rojhilat herêma Abu Dis bibe paytexta dewleta Fîlîstînê.

Abas ser planê got ku ‘’Orşelîm nayê firotan’’ û bertek nîşan da. Hamas ya Gaza birêve dibe jî dîyar kir ku plana ser Orşelîmê pûç e û da zanîn ku ew bajar dê ‘’her tim’’ axa Fîlîstînê be.

XS
SM
MD
LG