Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump bo Rojnamevanan Peyamên Piştgirîyê Dide


Serokê Amerîka Donald Trump, ser êrîşa çekdarî ya dijî buroya rojnameya li Annapolisê axifî.

Trump, ku bo medya gelek caran gotinên wek ‘’nûçeyên derew’’, ‘’derewîn’’, ‘’dijminên gel’’ dibêje vê carê piştgirî da rojnamevann.

Trump li Qesra Sipî da zanîn ku divê rojnamevan jî wekî hemî Amerîkîyên din, gava karên xwe dikin ji tirsa çêbûna tûndûtûjîyê dûr bin.

Li Annapolis ya paytaxta Marylandê dijî rojnameya Capital Gazette êrîşeke çekdarî li dar ketibû. Di êrîşê de 5 kes hatibûn kuştin û 2 kesên din jî birîndar bûn.

Karbidestên ewlekarîyê didin zanîn ku êrîşvanê 38 salî Jarrod Warren Ramos, ji zû de ye ji xebatkarên rojnameyê rik digirtiye.

‘’Vê êrîşê wijdana gelê me şok kir û dilên me tijî xem kir’’ Trump got.

Trump dîyar kir ku dê rêvebirîya wan bo kêmkirina tawanên tundûtûjîyê çi ji dest wan were bike û bo malbatên qurbanîyan sersaxî xwest.

XS
SM
MD
LG