Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Divê Leşkerên Rûsya ji Venezuela Derkevin


Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku divê leşkerên Rûs ji Venezuela derkevin.

Trump di hevdîtna bi Fabiana Rosales re, ku xanima rêberê rikeberîyê Juan Guaido ye, ji rojnamevanan re jî axifî.

‘’Bo leşkerên Rûs ji Venezuela derkevin hemî alternatîf vekirî ne. Rûsya divê ji wir derkeve’’ Trump got.

Wî da zanîn ku ew ‘’heta dawîyê’’ alîgirê Guaido û hevkarên wî ne.

Guaido di meha Rêbendanê de dijî Serokê Venezuela Nicolas Maduro xwe wek serokê demkî yê wî welatî ragihandibû.

Amerîka û bi qasî 50 welatên din piştgirîya Guaido dikin û li alîyê din jî Rûsya, Çîn û Tirkîyê piştgirîyê didin Maduro.

Şemîya borî bi qasî 100 leşkerên Rûs bi firokên Rûsya daketibûn Caracas ya paytexta Venezuela.

XS
SM
MD
LG