Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesira Sipî: Trump, Rûsya Ser Maytekirina li Hilbijartinê Hişyar Kir


Qesira Sipî ser hevdîtina Serok Donald Trump û Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov daxuyanîyek belav kir.

Di daxuyanîyê de de hat dîyar kirin ku Wezîrê Derve Mike Pompeo û hevtayê wî yê Rûs Lavrov Trump ser peywendîyên dawî yên Amerîka û Rûsya agahdar kirine.

‘’Trump, Rûsya ser hewildana maytekirina li hilbijartina Amerîka hişyar kir û ji Rûsya xwest ku girjîya bi Ukrayna re çareser bike’’ di daxuyanîyê de hat gotin.

Li gor daxuyanîyê, Trump bo astengkirina pêşveçûna çekên navokî yên Îranê û pûçkirina çekên navokî yên Koreya Bakur ji Rûsya piştgirî xwestiye.

Qesira Sipî dide zanîn ku di hevdîtinê de guherandina hemwelatîyên girtî û bazirganîya bi Çînê re jî hatiye axifîn.

XS
SM
MD
LG