Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tevî Cudabîrîyên Heyî Trump û Ryan li Washingtonê Dicivin


Berbijarê Komarî ya bo seroktîya Amerîkî, karsazê mîlyoner Donald Trump, li ber e îro Pêncşemê li Washingtonê bi Serokê Civata Nûneran a Komarî Paul Ryan re, ku heta niha pitgirîya xwe bo Trump eşkere nekir, kom dibe.

Ryan hefteya borî ragihandibû ew hîn ne amade ye ku desteka xwe bo Trump ragihîne ku heta niha 16 berbijarên Komarî têk birine ku piranîya wan senator û walîyên ser karên xwe ne.

Trump heta niha di hilbijartinlên berbijarîyê de, li eyaletên curbicur dora 11 mîlyon dengên Komarî wergirtine, lê daxuyanîyên wî yên ser dersînorkirina koçberên Meksîkî yên neqanûnî û astengkirina hatina Misilmanan ji Amerîkare bûye sedema nerazîbûnên girseyî.

Hin kesitîyên navdar yên Komarî wek serokê berê George H.W. Bush û kurê wî George W. Bush red kir ku piştgirîya Trump bikin.

XS
SM
MD
LG