Serokê Amerîka Donald Trump dema di preskonferansê de diaxifî ji alîyê tîmê ewlekarîyê ve ji salonê hat derxistin.
Donald Trump piştî demekê vegerî salonê û da zanîn ku li derveyî Qesira Sipî dengê çekan hatiye bihîstin.
Trump got ku karbidestên ewlekarîyê gule bi ser bergumanekî de reşandine û ew birine nexweşxaneyê.
Wî dîyar kir ku karbidestên ewlekarîyê dê ser bûyerê agahîyên berfireh bidin.