Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Berteka Dijî Erebîstana Saudî Kongres Dê Dîyar Bike


Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku Erebîstana Saudî hewil daye ku kuştina rojnamevanê Saudî Cemal Xaşiqcî ‘’bincil bike’’ û derbaberê wê hewildanê da zanîn ku ‘’yek ji hewildanên bincilkirinê yên herî xirab yên dîrokê ye’’

‘’Kuştina Xaşiqcî û hewildanên bincilkirinê gerek pêk nehatana’’ Trump got û dîyar kir ku kuştina rojnamevanê Saudî ji roja pêşî vir ve ‘’fîyasko’’ ye.

Li ser pirsekê, Trump derbarê peywendîyên Amerîka û Erebîstana Saudî dîyar kir ku Rîyad bo Washingtonê ‘’hevalbendeke pir baş bû’’

Trump bi bîr xist ku Erebîstana Saudî bi Amerîka re bazirganîyeke mezin kiriye.

Serokê Amerîka da zanîn ku Kongres dê ser berteka bo kuştina Xaşiqcî biryarê bide û dîyar kir ku ew hêvî dike ku her du partî bo bertekê li hev bikin.

Trump bi berdewamî dîyar kir ku Prensê Cîgir Muhammed bîn Selman daye zanîn ku ti peywendîya wî û kuştina Xaşiqcî tune.

Şîroveyan bibîne (1)

Ev forume hate girtin.
XS
SM
MD
LG