Serokê Amerîka Donald Trump derbarê kuştina rojnamevanê Saudî Cemal Xaşiqcî got ku îstixbarata Amerîkî ser hemî hûrgilîyan dixebite.
‘’Dibe ku Prensê Cîgir hay ji vê bûyera trajîk hebû. Belkî dizanibû, belkî nizanibû’’ Trump got.
Trump dîyar kir ku kuştina Xaşiqcî ‘’tawaneke hovane’’ ye û da zanîn ku dibe ku ew ti carî hûrgilîyên rast yên ser kuştina rojnamevanê Saudî hîn nebin.
Wî got ku Erebîstana Saudî dijî Îranê ‘’hevalbendeke girîng e’’ û dîyar kir ku bo berjewendîyên Amerîka, Îsraîl û hevalbendên din yên li herêmê ewê hevkarîyê bidomînin.
Trump da zanîn ku wan bi Erebîstana Saudî ser peymanên aborî yên mezin îmza kirine û ger ew wan betal bikin, ewê tenê kêrî Rûsya û Çînê were.
Wî dîyar kir ku di Kongresê de hin kes cûda difikirin û got ku ger ew raman bo berjewendîyên Amerîka bin ew dikare wan binirxîne