Serokê Amerîka Donald Trump îro Duşemê êrîşên xwe yên dijî kongresmenê Demokrat Adam Schiff gur dike û dibêje ku divê ew bi sedema “xiyanetê” were girtin.
“Schiff bi awayê neqanûnî daxuyanîyeke derewîn û pir xirab çêkir û ew wek beşa herî girîng ya axaftina min bi Serokê Ukraynî nîşan da û ew bi dengekê bilind ji Kongresê re û gelê Amerîkî re xwend. Peywendîya tiştên ku wî gotine bi gotinên min yên di telefonê tuneye. Girtin bo îxanetê?” Trump îro di Twitterê de nivîsî.
Schiff, ku serokê wê komîsyona Civata Nûneran e ku lêpirsînkirina Trump ya jiber axaftina wî ya ligel Serokê Ukraynî Volodymyr Zelenskiy bi rêve dibe.
Di wê axaftinê de Trump ji Zelenskiy xwestibû ku derheqa hevrikê wî yê Demokrat Joe Biden û kurê wî lêpirsînê bike.
Demokrat bawer dikin ku divê hember Trump lêpirsîn were vekirin jiber ku ew karê xwe jibo qezencên şexsî bi kar anîye û di hilbijartina Amerîkî de alîkarîya dewleteke bîyanî xwestiye.