Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump bo Qatarê Çareserîya Dîplomatîk Dixwaze


Serokê Amerîka Donald Trump bi rêka telefonê bi Qralê Erebîstana Saudî Salman bîn Abdulazîz el Suud re peyivî û ji wî xwest ku bo kêşeya Qatarê çareserîyereke dîplomatîk bibîne.

Qesra Sipî bi daxuyanîyekê ragihand ku Amerîka ji hemî alîyên kêşeya Qatarê xwestîye ku çareserîyekê bibînin.

Di daxuyanîyê de hat dîyar kirin ku her du serok ser têkoşîna bi rêxistinên tundrê û qutkirina piştgirîya aborî ya bo terorê axifîne.

Erebîstana Saudî, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, Misir û Bahreynê di serê Hezîranê de, Qatar bi piştgirîya terorê tawanbar kiribûn û peywendîyên xwe bi wî welatî re birrîbûn. Qatar îdiayên piştgirîyê red dike.

XS
SM
MD
LG