Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump bo Kesên bi Korona Mirin Şîna Neteweyî Ragihand


Donald Trump li North Charlestonê
Donald Trump li North Charlestonê

Serokê Amerîka Donald Trump bo kesên jiber vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane şîna neteweyî ragihand.

Trump ji Twitterê dîyar kir ku alayên Amerîkî dê ji roja Înê pê ve bo sê rojan heta nîvê werin daxistin.

Alayên Amerîkî dê roja Duşemê jî bo bîranîna kesên di artêşa Amerîka de nîvdaketî bin.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê Amerîka pirtir ji 1,500,000 kes bi vîrusa korona ketine û bi qasî 95,000 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG