Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Ger Sînorên Te Tune Bin, Welatê Te Tune


Serokê Amerîka Donald Trump di hevpeyvîneke taybet ya VOA de ser xurtkirina ewlekarîya li sînorê Meksîko axifî.

Trump, li ser pirsên rojnamevana VOA’yê Greta Van Susteren da zanîn ku ger ew ewlekarîya li sînorên Amerîka xurt nekin ewê tiştên giran biqewimin.

Wî da zanîn ku di karwanên koçberan de, ku hewil didin ku di ser Meksîko re derbazî Amerîka bibin, ''çete û kesên tawanan dikin'' hene.

‘’Ger sînorên te tune bin, welatê te tune’’ Trump got û dîyar kir ku ew naxwaze li welatê xwe wan kesên tawanan dikin bibîne.

Navenda Lêkolînê ya Pew ragihandibû ku li gor daneyên fermî di navbera 2007 û 2016’an de hejmara koçberên neqanûnî yên Amerîka 12,200,000 bûye lê ew hejmar piştre daketiye 10,700,000’î.

XS
SM
MD
LG