Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump bo Leşkerên Amerîkî yên li Somalîyê Fermana Vekişînê Da


Wezareta Berevanî ya Amerîka (Pentagon) dîyar kir ku Serok Donald Trump ferman daye ku piranîya leşkerên Amerîkî yên li Somalî werin vekişandin.

Ew biryara Trump xeleke dawî ya vekişandina leşkerên Amerîkî yên li welatên cîhanê ye.

Li Somalî bi qasî 700 leşkerên Amerîka hene û ew dijî El Şebab ya girêdayî El Qaydê alîkarîyê hêzên herêmî dikin.

Pentagonê dîyar kir ku guherîna di hêza leşkerî de dê sîyaseta Amerîka de ti guherînê çêneke. Li gor daxuyanîya Pentagonê, Amerîka dê komkirina hişyarî û gefên dijî welêt bidomîne.

Şûngirê Wezîrê Berevanî yê Amerîka Christopher Miller hefteya borî serdana Somalî kiribû. Berî serdana Miller medya Amerîkî dîyar kiribû ku karbidestekî CIA ya li Somalî di pevçûnan de hatiye kuştin. Piştî serdana Miller, li Mogadişu ya paytexta Somalî peqîn çêbûbû û bi kêmî ve 7 kes hatibûn kuştin.

XS
SM
MD
LG