Serokê Amerîka Donald Trump îro ragihand ku ewê beşdarîya merasîma sondxwarina serokê hilbijartî Joe Biden nebe.
“Jibo kesên ku dipirsin, ezê di Merasîma Sondxwarinê ya 20ê Rêbendanê de cîh negirim,” Trump ji ser hesabê xwe yê Twitterê got.
Hêjayî bîrxistinê ye ku Biden di 20ê mehê de bi merasîmeke girseyî bi fermî dibe serok û pir caran serokê ku dest ji kar berdide beşdarîya wê merasîmê dibe.