Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Bo Avakirina Dîwarê Ser Sînor Piştgirî ji Amerîkîyan Xwest


Serokê Amerîka Donald Trump di banga gel de ser dîwarê li sînorê Meksîko axifî.

Trump da zanîn ku li sînorê Meksîko kêşeyên ewlekarî û mirovî zêde bûne û ew bo Amerîkîyan metirsîyên mezin çêdikin.

‘’Jiber ku Kongresê karê xwe neke dê hîn xwîna çiqas Amerîkîyan birije?’’ Trump di axaftina xwe de pirsî û dîyar kir ku bo ewlekarîya Amerîka divê li sînorê Meksîko dîwar were ava kirin.

Trump di rojên borî bo avakirina dîwarê li sînorê Meksîko nîşanên ragihandina rewşa awarte dabûn, lê di banga gel de da zanîn ku ew bo pejirandina Kongresê li çareserîyekê digere.

Jiber nîqaşên ser dîwarê Meksîko hin xizmetên federalî 18 rojên berê rawestîbûn.

Demokrat, ku bo avakirina dîwarê li Meksîko dijî Trump bertekan nîşan didin, dîyar dikin ku Serokê Amerîka jiber hewila avakirina dîwarê ‘’buha û bêwate hikûmet dîl girtîye'’

XS
SM
MD
LG