Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump û Stoltenberg Îro li Washingtonê Kom Dibin


Serokê Amerîka Donald Trump û Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg, di vê dema aloz ya navbera Amerîka û hevalbendên wê yên Ewrupî de, îro Pêncşemê li Washingtonê dicivin.

Trump, hefteya borî tevî nerazîbûna tund yên rêberên Ewrupî Amerîka ji peymana navokî ya bi Îranê kişandibû.

Brîtanya, Fransa û Almanya, sê dewletên Ewrupî ku rêketin îmza kiribû, pêgir in ku bi rêka peymanê giwaştinên ser Tehranê bidomin.

Berpirsa sîyaseta derve ya Yekîtîya Ewrupa, Federica Mogherini jî gotibû ku ew dixebitin ku çareserîyeke sîyasî ji peymana navokî re bibînin û peymanê zindî bihêlin.

Hêjayî balkişandinê ye ku Trump di demên pêşîn yên seroktîya xwe de rexneyên giran ji NATO re kiribûn. Wî welatên endam jî rexne kiribû ku wek dikeve ser milê wan, piştgirîya diravî ji hevalbendîya dijî Rûsya re nakin.

XS
SM
MD
LG