Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Ezê Sudanê ji Lîsta Dewletên Piştgirîyê Didin Terorê Derxim


Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku ewê Sudanê ji lîsta dewletên piştgirîyê didin terorê derxe.

Trump ji Twitterê da zanîn ku Sudanê qebûl kiriye ku 335 mîlyon dolar pere bide mexdûrên terorê yên Amerîkî û malbatê wan.

Wî da zanîn ku bi dayîna pereyan re ewê Sudan êdî ne di lîsta terorê de be.

Kanala dewletê ya Sudanê ragihand ku, serokwezîrê demkî yê welêt Abdulah Hamdok pere ji Amerîka re şandiye.

Hamdok di Twitterê de ser gotinên Trump dîyar kir ku ew bo gelê Sudanê piştgirîyeke mezin e.

‘’Em nêzîk bûne ku ji mîrata herî xirab ya rêvebirîya mirî ya demên borî yên Sudanê bifilitin.’’ Hamdok nivîsî.

Di sala 1998’an de El Qaydê li Kenya û Tanzanya êrîşî balyozxaneyên Amerîka kiribû û di wan êrîşan de piranîya wan sîvîl pirtir ji 200 kes hatibûn kuştin ku Sudan dixwaze wê tazmînatê bide.

Sudan di sala 1993'yan de piştî derîyên xwe ji Rêberê El Qaydê Usama Bîn Ladîn re vekiribû, ketibû lîsta dewletên piştgirîyê didin terorê ku xênji Sudanê, Koreya Bakur, Îran û Sûrîye jî di wê lîstê de ne.

XS
SM
MD
LG