Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump bi Berbijarên Nû yên Dadgeha Bilind Dike Dicive


Serokê Amerîka Donald Trump vê heftê hevpeyvînan bi du yan sê berbijarên din yên Dadgeha Bilind ya Amerîkî dike ku dadwerekî nû li dadgeha herî bilind ya welêt destnîşan bike.

Trump roja Duşemê jî bi çar dadwerên berbijar re peyîvîbû ku yek ji wan kesana bijêre ku di dadgehê de cîh bigirin.

Trump dilgeşîya xwe bi hevdîtinên xwe yên ligel dadwerên berbijar Amy Coney Barrett, Brett Kavanaugh, Raymond Kethledge û Amul Thapar dîyar kiribû û ew wek kesên pir hêja binav kiribû.

Raportên medyayî radigihînin ku li ber e Trump bi dadwer Thomas Hardiman re ji bicive ku cara dawî serok Neil Gorsuch li şûna wî wek endamê dadgehê destnîşan kiribû.

Ku kesê/a ku Trump bêjere ji hêla Civata Senatoran ve were pejirandin, ewê dê bibe yek ji neh dadwerên dadgehê û şûna Anthony Kennedy bigire ku hefteya borî karkenarbûna xwe ragihandibû.

XS
SM
MD
LG