Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump: Dema Vekişîna ji Sûrîyê Hatiye


Trump

Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku ew bi awayekî cidî ser vekişandina leşkerîna Amerîkî ji Sûrîyê difikirin û ewê di demeke nêz de biryarekê bidin.

Trump di preskonferanseke li Qesra Sipî de da zanîn ku li Sûrîyê armanca wan ya sereke têkbirina Dewleta Îslamî (DAIŞ) ye û nêzîkî vê armancê bûne.

Serok Trump dîyar kir ewê di nav xwe de danûstandinan bikin û bi hevalbandan re jî bi awayekî kordînekirî, bi lez bigêhîjin biryarekê.

Trump da zanîn ku wan dijî DAIŞ’ê serkeftineke mezin bi dest xistîye û ew dixwaze êdî leşkerên xwe vegerîne malên wan.

‘’Di 17 salên dawî de me li Rojhilata Navîn 7 trîlyon dolar xerc kir û beramberî vê me tiştek bi dest nexist. Ji bilî hilweşîn û kuştinê tiştek nebû. Ew tiştekî gelekî xirab e.’’ Trump got.

Trump dîyar kir ku êdî wexta vegerê ye û ew bi awayekî ser vê difikirin. Wî da zanîn ku maytekirina Amerîka li Sûrîyê bo wan gelek buha çêbûye û vê yekê ji welatên din re feyde çêkiriye.

Serok Trump da zanîn ku Erebîstana Saudî bi biryara vekişînê re eleqedar e û got ku eger ew li Sûrîyê bimînin, divê Rîyad mesrefê bide.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG