Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Careke Din Berevanîya Biryara Ser Vekişîna ji Sûrîyê Kir


Serokê Amerîka Donald Trump ji Twitterê berevanîya biryara xwe ya ser vekişandina leşkerên Amerîkî yên li Sûrîyê kir.

Trump da zanîn ku Dewleta Îslamî (DAIŞ) li ber qedandinê ye û dîyar kir ku ew leşkerên xwe bo herin ba malbatên xwe hêdî hêdî dişînin mal.

Wî ser rexneyên dijî biryara vekişînê jî bersîv da.

‘’Ger, yekî din tiştê min li Sûrîye ya bi geremola DAIŞ’ê dagirtî ye kirî bikira, ewê bûbûya qehremanê neteweyî’’ Trump nivîsî.

Trump da zanîn ku wî soz daye ku ‘’cengên ku qet naqedin’’ bi dawî bike û dîyar kir ku divê kes ser biryara vekişîna ji Sûrîyê ecêbmayî nemîne.

XS
SM
MD
LG