Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dîyar Dike ku Agirbesta li Bakurê Sûrîyê ''Pir Baş'' Didome


Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku agirbesta li bakurê Sûrîyê pir baş diçe.

Trump li Qesira Sipî ji rojnamevanan re got ku ‘’agirbest pir baş didome’’

‘’Me li Sûrîyê petrol sitand, berdin bila yên din şer bikin. Berdin bila yên din berevanîya sînoran bikin’’ Trump got.

Wî da zanîn ku peywendîya wî û ya Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan pir baş e.

Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence di 17’ê Cotmehê de li Enqerê bi Erdogan re kom bûbû û piştî civînê bo bakurê Sûrîyê agirbest hatibû ragihandin.

XS
SM
MD
LG