Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Em ligel Hevalbendan Dixebitin ku Paşmayîyên DAIŞ’ê li Sûrîyê Tune Bikin


Serokê Amerîka Donald Trump îşev di Gotara Salane ya Rewşa Yekîtîyê de got ku ew 19 sal in ku Rojhilata Navîn şer dikin û li Îraq û Afganistanê nêzî 7,000 Amerîkî canê xwe dane û pirtir ji 52,000 Amerîkî ji bi giranî birîndar bûn.

Serok Trump dîyar kir ku di wan 19 salan de wan 7 trîlyon dolar dirav xerc kirine.

“Dema kempeyna min hin soz dabûn ku ezê nêzîkbûneke nû ji rola Amerîka ya şerên dervayê welêt re bînim jiber ku dewleyên mezin nakevin nav şerên bê dawî.”

Trump dîyar kir ku dema ew dest bi seroktî kir, DAIŞ’ê herêmên berfireh yên Îraq û Sûrîyê kontrol dikir.

“Îro me hema hema hemî herêmên bin kontrola wan xwînmêjan hatine rizgar kirin. Niha em bi hevalbendên xwe re dixebitin ku paşmayîyên DAIŞ’ê tune bikin û şervanên xwe yên leheng bînin male.”

XS
SM
MD
LG