Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dibêje Wan DAIŞ li Sûrîyê Têk Biriye


Serokê Amerîka Donald Trump îro Çarşemê li ser Twitterê ragihand ku wan DAIŞ li Sûrîyê têk biriye.

“Di serdema seroktîya min de, tenê sedema mayîna me ya li wî welatî şikandina DAIŞ’ê bû. Me DAIŞ li Sûrîyê têk bir.”

Senatorê Komarî Lindsey Graham jî her li ser Twitterê daxuyanîya Trump rexne kir û got ku DAIŞ li Sûrîyê û Îraqê nehatiye têkbirin û li Afganistanê jî hebûna DAIŞ'ê hîn heye.

Graham herwiha got ku vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûrîyê, hewilên bêbandorkirina Îranê pûç bike û Kurdan ku hevalbendên Amerîka ne, wê bavêje rewşeke xeter.

Demeke zûtir ya îro medya Amerîkî ji zarê karbidestên nenavkirî ragihandibû ku leşkerîya Amerîka hazirî dike ku nêzî 2000 leşkerên xwe ji bakurê Sûrîyê vekişîne.

Rojnameya WSJ ragihandibû ku fermandarên HSDê ji biryara vekişîne hatiye agahdar kirin.

Fermandarekî HSDê ku nexwest navê wî eşkere be, ji Dengê Amerîka re got ku li ser erde rewş wekî bere ye û ji wan re ti agahîyên derheqa derxistina hêzên Amerîkî nehatiye dayîn.

XS
SM
MD
LG