Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Êrîşên Dijî Talîbanê Dê Girantir Bibin


Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku ewê bi awayekî tund êrîşî Talîbanê bikin.

Di salvegera 18’an ya êrîşên 11’ê Îlonê de, Trump da zanîn ku hêzên Amerîkî di çar rojên dawî de êrîşên giran birine ser Talîbanê û got ku ewê êrîşan tundtir bikin.

Trump kesên xwe hazir dikin ku êrişî Amerîka bikin jî hişyar kir.

‘’Li kû bin emê li dû wan bikevin û emê hêzeke ku Amerîka heta niha bikar neanîye bikar bînin’’ Trump got.

Wî da zanîn ku dijminên wan nikarin hêza wan xeyal bikin.

Serokê Amerîka roja Şemîyê danûstandinên bi Talîbanê re betal kiribû.

XS
SM
MD
LG