Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Serdana Dîwarê Sînor yê li Teksasê Dike


Serokê Amerîka Donald Trump îro dihere bajarê Alamo yaTeksasaê ku serdana dîwarê sînor yê bi Meksîko re bike.

Trump ji bûyerên li avahîya Kongresa Amerîka ku ji hêla xwepêşanderên alîgirê wî bûn ve hate kirin vir ve cara yekê derkeve pêş raya gîştî.

Trump, jiber ku karmendên wî pêşnîyar kirine ku bûyer û karên ku navdarîya wî dîyar dike, derxîne pêş, serdana dîwarê sînor yê li Teksasê dike.

Wî du mehên dawî de bi hewileke pûç de derbaz kir da ku encamên hilbijartina 3'yê Mijdarê de ku ji hêla serokê hilbijartî Joe Biden ve hatib qezenc kirin, biguherîne.

Serok Donald Trump ku dê di 20'ê Çile de desthilatdarîya xwe radestî Biden bike, ji Çarşema borî vir ve, ji dema ku alîgirên wî êrîşê avahîya Kongresa Amerîka (Capitol) kirin û bûyerên tundûtûjî bû sedema kuştina şeş kesan, li Qesra Sipî bi şêwirmendên xwe yên nêzîk re dimîne.

Qesra Sipî ragihand ku ti wateya taybet yan sembola serdana Trump ya Alamo tuneye. Lê, girîngîya Alamo ya li San Antonio, Teksasê ev e ku, di 1836' de dema ku hezên Teksasê ji hêla hêzên Meksîko ve hatin têk birin, bû qada şereke navdar.

Trump di dema seroktîya xwe de hewl da ku koçberên ji ser sînor ya qaçax û koçberîya qanûnî bide sekinandin.

Projeya dîwar ya ser sînorê Mexico jiber soza wî ya 2016'an ya bi armanca sînor bi dîwarekî bigire hate çêkirin.

Berdevkê Qesra Spî Judd Deere got ku serdana serok Trump dê qedandina zêdetirî 400 kîlometreyên dîwarê sînor ku soz hatibû dayîn û hewildanên rêvebirîya wî yên bo jinûve saz kirina sîstema koçberîya Amerîka ya şikestî destnîşan bike.

Tê çaverê kirin ku Trump li Alamo di derbarê hewildanên xwe yên koçberîyê axaftineke pêşkêş bike.

Trump rûbirûyê daxwazên Demokratên Kongresa Amerîkî û hin Komarîya ne ku dev ji seroktîyê berde.

Seroka Civata Nûneran Nancy Pelosi hewl dide ku Trump were împîç kirin û hejmareke qanûndaner dixwazin Cîgirê Serok Mike Pence bi karanîna qanûna 25'an ya Bingehîn ya Amerîka wi ji seroktîyê dûr bixe.


.


XS
SM
MD
LG