Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Bernivîsa Budceya Nû Îmza Kir


Serokê Amerîka Donald Trump bernivîsa butçeya berevanîyê, ku têde radestkirina firokên cengê yên F-35 bo Tirkîyê bi awayekî demkî radiwestîne, îmza kir.

Li gor qanûna lêçûnên berevanîyê ya 2019’an ya bi 716 mîlyar dolar, ku piştî senatoyê Trump îmza kir, ji Pentangonê tê xwestin ku heta 90 roj derbarê peywendîya Amerîka û Tirkîyê raporekê hazir bike.

Li ber e ku di vê raporê de dê ser peywendîya Tirkîye û Rûsya ya kirîn-firotana pergala berevanîyê ya esmên ya S-400 û derxistina F-35 ji bernameya firokên cengê, vekolîn werin nivîsîn.

Lockheed Martin, di 21’ê Hezîranê de firokên ku dê pê pîlotên Tirk perwerde bibin radest kirin. Ew firok bo perwerdehîyê tên karanîn û bo niha nikarin derkevin derveyî Amerîka.

F-35 ya pêşî dê di sala pêş de bihata Tirkîyê û dê di sala 2020’an de dest bi xebatê bikira.

Jiber bernivîsa ku civata nûneran û senatoyê li ser li hev kir û Serok Trump jî îmza kir, bo radestkirina firokan dê di raporê de pejirandina Pentagonê hebe.

XS
SM
MD
LG