Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Tirkîye Şaşîyeke Mezin Dike


Serokê Amerîka Donald Trump ji Reuters'ê re dîyar kir bo berdana Qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson, ku ji Cotmeha 2016'an vir ve li Tirkîyê girtî ye, ewê ti tawîzan nedin.

Trump di nirxandineke berfireh de da zanîn ku toleyên dijî Enqerê dê li ser Ewrupa ti bandorê çênekin û jiber toleyan bi wî re ti fikar çênebûne.

Trump dîyar kir ku ewê bo berdana Brunson daxwazên Tirkîyê nepejirînin û bê ku navê wê bide piştrast kir ku bo azadbûna hemwelatîya Tirkîyê Ebru Ozkan, ku li Îsraîlê girtî bû, Amerîka navbeynkarî kiriye.

Trump da zanîn ku ew difikire ku beramberî azadbûna Ozkan, wî û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ser berdana Brunson li hev kiriye.

Karbidestekî payabilind yê Qesra Sipî dîyar kiribû ku Serok Trump û Erdogan, di Hilcivîna NATO ya Brukselê de, ku di meha Tîrmehê de pêk hatibû, ser berdana Brunson rêkên çareserîyê axifîne.

Heman karbidestî gotibû ku Tirkîyê jî bo berdana Ebru Ozkan ji Amerîka alîkarî xwestiye û daye zanîn ku ger Ozkan were berdan ewê jî Brunson û hemwelatîyên din yên Amerîka yên girtî berdin.

Trump got ku ew li ser soza xwe sekiniye û li bendê ye ku Erdogan jî Brunson berde.

Îsraîlê piştrast kiribû ku Trump ji wan xwestiye ku Ebru Ozkan berdin û ragihandibû ku wan di 15'ê Tîrmehê de Ozkan ji welêt derxistiye, lê Enqere îdia dike ku wan ser berdana Brunson ti bazar nekiriye.

Trump dîyar kir ku Tirkîye "şaşîyeke mezin dike" û ewê tawîzê nedin.

Serokê Amerîka bi berdewamî da zanîn ku ew ji Tirkîyê hez dike, wî û Erdogan heta niha baş li hev kiriye, lê "ew îş bi awayekî yekalî nameşe."

Trump ser toleyên dijî Tirkîyê jî dîyar kir ku gaveke rast bû û ew neketiye fikaran.

XS
SM
MD
LG