Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dîyar Dike ku Wan Ser Toleyên Dijî Tirkîyê Hîn Biryar Nedaye


Serokê Amerîka Donald Trump îro Pêncşemê ragihand ku rêvebirîya wî hin biryara dawî nedaye ku jiber kirîna sîstema berevanî ya Rûsî, toleyên nû deyne ser Tirkîyê yan ne.

“Jiber gelek sedeman, rewşeke pir dijwar e. Em li bijareyên pêş me dinêrin. Emê binêrin ku çi bikin. Me ta niha tiştek ranegîhandiye,” Trump li Qesira Sipî, berî hevdîtina ligel Serokwezîrê Hollanda Mark Rutte ji nûçegîhanan re got.

Washingtonê dîyar kiribû ku Tirkîyê, jiber kirîna mûşekên S-400 ji Rûsya, nema dikare di programa firokên şerker yên F-35 de bimîne.

Amerîka bi tundî dijberîya Tirkîyê dike ku ji Rûsya mûşekên S-400 dikire, bi sedema ku ew sîstem jibo firokên F-35 metirsî çêdike.

Rêvebirîya Amerîkî heta 31’ê Tîrmehê dem dabû Tirkîyê ku kirîna mûşekan bisekinîne yan rûbirûyê toleyên nû yên aborî, leşkerî û sîyasî bimîne.

Washington dibêje ku sîstema S-400 bi sîstemên din yên NATO re bi başî kar nake, loma ew dijber in ku hin hevkar û hevalbendên wê sîstema S-400 bikirin.

Tirkîyê îdia dike ku kirîna sîstema S-400 tenê jibo berevanîya wê ye û ti xeterî li ser welatekî din çênake.

Wezareta Derve ya Tirkîyê jî nerazîbûna xwe hermber biryara Washingtonê nîşan dabû û bang li Amerîka kiribû ku vê biryara xwe bi paşve bikişîne.

Wezaretê gotibû ku biryara Amerîka ne rêwa ye û dijî ruhê hevalbendî ye.

XS
SM
MD
LG