Serokê Amerîka Donald Trump, bernivîsa toleyên dijî Rûsya, ku Kongresê hefteya borî erê kiribû, îmza kir.
Senatoyê, hefteya borî bernivîsa toleyên aborî yên dijî Îran, Koreya Bakur û Rûsya pejirandibû.
Li gor bernivîsê, Serok Trump tenê bi pejirandina Kongresê dikare toleyan biguherîne.
Dijî toleyên Amerîka, Moskowê ji 750 dîplomatên Amerîkî xwestibû ku ji Rûsya derkevin.
Li Rûsya, bi qasî 1200 dîplomatên Amerîka diman.