Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Ez Hewil Didim ku Şerên Bêdawî Biqedînim


Serokê Amerîka Donald Trump îro Pêncşemê careke din li ser Kurdan peyîvî.

"Tirkîye demeke direj e ku pilansazîya erîşkirina ser Kurdan dike. Her du alî tim şerî hev dikirin. Li nezîka dewerên erîşê de, ti leşker anku hêzên me tunene.

Ez hewil didim ku şerên BÊ DAWî biqedînim. Ez bi her du alîyan re diaxifim. Hinek ji me dixwazin ku em bi hezaran leşkeran bişînin heremê û dîsa dest bi şerekî nû bikin. Tirkîye endama NATO ye. Yên din dibêjin ku DERVE BIMîNE, bila Kurd şerê xwe bikin (bi alîkarîya me ya darayî).

Ez dibêjim, “ger Tirkîye bi rekûpêkî û maqulane tevnegere, ezê bi toleyên hêzdar û bi rêbazên tund yên darayî li wan bixin. Ez gelek ji nêz ve rewşê dişopînim.

XS
SM
MD
LG