Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Transseksuelan Veto Dike


Serokê Amerîka Donald Trump, bi rêzek tweet dîyar kir ku kesên ku zayenda xwe guherîne, ewê êdî nikaribin beşdarî Artêşa Amerîka bibin.

Trump da zanîn ku wan, ew biryara piştî hin hevdîtinên bi general û pisporên leşkerîyê, daye.

"Artêşa me divê bala xwe bide ser serkeftinên mezin û misoger. Mesrefa kesên ku zayenda xwe diguherînin bo artêşê pir zêde ye. Artêşa Amerîka nikare vî barî rake" Trump got.

Rêvebirîya Barack Obama, pêşîya transan bo leşkerîyê vekiribû.

Lê di meha Hezîranê de, Wezîrê Berevanî Jim Mattis beşdarîya transan bo artêşê, ji 6 mehan re betal kiribû.

Li gor Rand Corporation, ku sazîyeke ramanê ya serbixwe ye, di Artêşa Amerîka de 2450 trans hene.

XS
SM
MD
LG