Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Îro ligel Serokwezîrê Australî Turnbull Dicive


Serokê Amerîka Donald Trump li ber e îro bajarê New Yorkê bi Serokwezîrê Australî Malcolm Turnbull re hevdîtinekê bike ku jibo merasîma bîranîna 75an ya Şerê Coral ya Şerê Cîhanê yê Duyê li Amerîka ye.

Trump hevdîtina rûbirû ya yekê ligel Turnbull pêk tîne, piştî ku ew di destpêka salê de, jiber rêkeftineke penaberî ya serdema Serok Obama, bi telefonê bi rengekî hişk axifîbûn.

Trump piştî axaftina bi telefonê, li ser Twitterê nivîsîbû ku ewê pêdaçûnê li ser wê rêkeftina pûç û vala bike, lê Turnbull red kiribû ku Trump li rûyê wî telefonê girtibû.

XS
SM
MD
LG