Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Berevanî li Karanîna Twitterê Dike


Serokê Amerîka Donald Trump berevanî li karanîna xwe ya Twitter’ê kir û got ku “tenê bi vî awayî ew dikare, bê ku gotinên wî ji hêla medya mezin ve werin serûbin kirin, peyamên xwe bigehîne bîragiştî.”

Trump îro Sêşemê îdia kir ku “medya giştî ya derewîn” pir hewilan dide ku pêşî li karanîna wî ya Twitter’ê û medya civakî bigire.

“Kêfa wan nayê ku ez bi rêka Twitter’ê dikarim mesajên dirust û neneqandî biînim derve. Ku min bawerîya xwe bi Nûçeyên Derewîn yên CNN, NBC, ABC, CBS, washpost yan nytimes bianîya, hîngê şansa min ya hatina Qesra Sipî wê SIFIR bibûya."

Trump di demên dawî de ne tenê ji alîyê hevrikên wî, lê ji hêla alîgirên wî jî tê rexne kirin ku pir gelek Twitter’ê bi kar tîne. Piştgirên Trump ji wî dixwazin ku êdî zêde li ser medya civakî xuya nabe.

XS
SM
MD
LG