Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump bo Dîtina Bandorên Bahoza Harvvey li Teksasê Ye


Serokê Amerîka Donald Trump û xanima yekê Melania Trump giheştin Teksas ku zararên Bahoza Tropîkal ya Harvey li herêmê di cîh de bibînin.

Trump û hevjîna wî di destpêkê de çûn bajarê Corpus Christi ku baranên Harvery pêşî li wî bajarî xistibûn.

Dû re, ewê herin bajarê Austin ya paytaxta Teksasê û serdana navenda rêvebirinê awartê bikin û ji karbidestên xwecîhî û eyaletî agahîyên dawî li ser operasyonên rizgarkirinê wergirin.

Qesra Sipî ragihand ku di plankarîya Trump de, serdana Huston, ku zîyaneke pir mezin ji bahozê dît, tune jibe rku ew naxwaza bizavên hawarçûn û rizgarkirinê asteng bike.

XS
SM
MD
LG