Serokê Amerîka Donald Trump îro Duşemê bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku “reformên wêrekane” bike da ku bide hêzêke mezin yan aştîyê.
Trump, piştî ku bû serok cara yekê serdana Neteweyên Yekbûyî kir û li ser wê rêxistina navdewletî peyîvî. Wî got, burokrasîya nav wê rêxistina bi 193 endaman, bûye rêgir ku ew karekî baştir bike.
"Em li dû Neteweyên Yekbûyîyeke nû digerin ku bikare pêbawerîya mirovên seranser cîhanê jinûve qezenc bike. Jibo wê armancê jî, divê Neteweyên Yekbûyî di her astê de hesaba kiryarên xwe bidin, kesên ku derbarê kiryarên nerekûpêk agahî didin, biparêze û ji peyvajo pirtir girîngî bide encamê.”
Trump herwiha daxwaz kir ku Neteweyên Yekbûyî di her erka aştîparêzî de rêbaz û armanca xwe bi zelalî dîyar bike.
Wî pesna Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres da ku bo pêşkêşkirina xîzmetên baştir, dixwaze reforman bike.
"Em piştgirîya hewilên Guterres dikin ku dixwaze li tevahîya sîstema Neteweyên Yekbûyî binêre ku wê rêxisyinê di warê ewlehî, aştî û pêşvebirinê de rêxistineke baştir bike.