Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump di Civata Giştî ya NY de Koreya Bakur Hişyar Kir


Serokê Amerîka Donald Trump, îro Sêşemê cara yekê di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de axaftinek kir û hişyarî da Koreya Bakur ku Amerîka dê bersîva gefên wê bide.

"Welatên Yekbûyî yên Amerîka xwedîyê hêz û behnfirehî ye, lê ger ku em neçar bimînin xwe û hevelbendên xwe biparêzin, wê ti rêkên din li pêş me tunebe û emê Koreya Bakur bi tevahî tune bikin,” Trump got.

Trump bang li Pyongyang kir ku bênavokîbûnê wek tekarêya paşêroja berpirsîyane bipejirîne.

Wî rêberê Koreya Bakurî Kim Jong Un jî wek "rocket man" anku zilamê roket bi nav kir û sîyaseta wî jî mîna erkeke xwekujî nirxand.

Gotinên hêzdar yên Trump, piştî ku wî Koreya Bakur wek “dewleta ku bo hemî cîhanê gef e” bi nav kir, hat.

Wî bi berdewamî got ku ne di berjewendîya tu dewletan e ku Koreya Bakur di vê rêka xeter ya avakirina muşekên navokî û balîstîkî de berdewam bike.

Serok Trump di axaftina xwe de derheqa Îranê jî axifî û peymana navokî ya bi wî welatî wek çewtîyekl bi nav kir.

“Peymana navokî ya bi Îranê, yek jî rêkeftinên herî xirab ya yekalî ye û ji Amerîka re rûreşîyek e. Bawer nakim ku we gotina me ya dawî bihîstîye,” ku ew yek jî wek daxwaza Trump ya lawazkirina wê peymanê hat nirxandin.

Trump herwiha got ku terorîst li seranser cîhanê bi hêz dibin, lê aştîya cîhanê dîsa jî pêkan e. Wî bal kişand ku hîn herêmên dinê di bin xizanîyeke xirab de dijîn, lê welatên dewlemend yên cîhanê dikarin wê yekê biguherinîn.

Serok ji rêberên cîhanê re got ku ewê pêgir nebe nirxên Amerîkî li ser cîhanê mecbur bike.

"Li Amerîka em hewil nadin ku awayê jîyana me li ser kesên din mecbir bikin, lê em hez dikin jîyanam me ji cîhanê re bibe mînakeke baş ya temaşekirinê," Trump got.

XS
SM
MD
LG